Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 12 MAR 2025 07:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Konsulê Tirkiyê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Tirkiye li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj kirin.
Îro Çarşema 10ê temmûza 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Erman Topçu Konsulê nû yê Tirkiye li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsulê nû yê Tirkiye li Hewlêrê silav û rêzên Wezîrê Derveyê Tirkiye bi Serok Barzanî gihand û tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê eweye baştirîn peywendî li warên cûr bi cûr de li gel Herêma Kurdistanê da hebê. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê serdana Serok Barzanî ya Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û Konsulê Tirkiye wê serdanê bi dîrokî û bi bandor wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî behskirina sedemên serdana heftiya derbasbûyî ya Bexdayê ewe jî dûpat kir ku hevtêgihiştin û diyalog li çarçêweya destûrê baştirîn rêye ji bo çareserkirina kêşeyan. Her wiha li erk û karên wî yên nû da hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Tirkiye xwest.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ya salvegera 55 salî ya peymana 11 ê Adarê

TUESDAY, 11 MARCH 2025 13:03:55

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Ew peyman berhema têkoşîn û xebata Pêşmerge û kadîrên partî û hemû çînên Kurdistanê ya li şoreşa Eylûlê bû.”

 
Mesrûr Barzanî :Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade

TUESDAY, 11 MARCH 2025 12:03:48

Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Adarê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek di salvegera rêkeftina 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Em îro destkeftek girîng û dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bi serkêşiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê nemir bibîr tînin.”

 
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li salvegera peymana 11 ê Adarê

TUESDAY, 11 MARCH 2025 10:03:24

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî  Serokê Herêma Kurdistanê peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Ji bo wê yekê daxwazê ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistan û Iraqê dikîn, pend ji vê ezmûnê werbigrin û ji bo pejirandina federalî, parastina mafên hemû pêkhatên Iraqê û bihêz kirina pêkvejiyana aştiyane.”

 
Mesrûr Barzanî li gel Pêşmerge û cotkaran fitara xwe vedike

MONDAY, 10 MARCH 2025 23:03:39

Hewlêr-KDP.info: îro 10ê Adarê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê, li ser hejmara xwe ya “X”ê ragehandiye: Ez kêfxweş bûm ku min li gel Pêşmergeyên eniya Kerkûkê û cotkarên zulim lê kiriyên navçeyê fitara xwe vekir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Mistefa Kazimî dike

MONDAY, 10 MARCH 2025 16:03:18

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 10.03.2025) li Pîrmamê, Serok Barzanî pêşwaziya Mistefa Kazimî dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike. Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê yê pêştir Mistefa Kazimî kir. Di wê hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraq û deverê kirin, herwesa ronahî berda ser piroseya siyasî ya Îraqê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact