Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 04:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê
| KDP.info


Hoşyar Sîweylî

(Hevbeşiya me ligel Herêma Kurdistanê kevirê bingehîn ê peywendiyên me bi Iraqê re dimîne).

Balyoz Tracey Jacobson, berbijara Serok Biden ji bo kursiyê balyozê Amerîka li Iraqê, derket pêşberî Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîka û behsa hêlê giştî yên siyaset û bernameya xwe ya pêşerojê li Iraqê kir (eger Senato namzediya wê pesend bike).
Di beşeke axaftina xwe de wiha got: “Hevbeşiya me ya ligel Herêma Kurdistanê dê wek kevrê bingehê yê peywendiyên me yên li gel Iraqê bimîne, aramkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dê sûdê bide hemû Iraqiyan. Eger berbijarbûna min biser ket dê hevbeşiya welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikim, ew jî di çarçoveya peywendiyên me ligel Iraqa Federal.”
Herwiha got jî: “Em dizanin ku metirsiya sereke ya li ser aramî û serweriya Iraqê ji komên milîs ên ku ser bi Îran ve tê... Eger ez bibim balyoz, ezê hemû amûrên siyaseta Amerîkayê ji bo şerê van grûpan bikar bînim.”
Xanim Tracey Jacobson ev 30 sal in di Wezareta Derve de ye û berê balyoza Amerîka bû li Turkmenistan, Tacîkistan û Kosovayê.
Balyoza niha ya Amerîkayê Alina Romanowski di 2ê Hezîrana 2022an de bû Balyoza Amerîkayê li Iraqê û dê du salan wek Balyoza Amerîkayê li Iraqê bimîne.
Danîna balyozan piştî ku serokê Amerîka balyoz destnîşan dike di çarçoveya desthilata Senatoyê de ye.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact