Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 5 FEB 2025 07:09 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dr. Salar Osman behsa konfransa Amedê dike: Başûr hêzê dide parçeyên din ên Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Salar Osman dibêje, di vê qonaxê de pêdiviya me bi têgihiştineke nû û yekitiyeke zêdetir heye. Derbarê hilbijartinan li Herêma Kurdistanê jî got, PDK hertim piştevaniya hilbijartinên pak û azad kiriye û li dijî her destwerdanê ye, ji ber ku Serok Barzanî di sala 1991ê de yekem nerîn bo hilbijartinan û demokrasiyê pêşkêş kir.

Dr. Salar Osman, di daxuyaniyeke taybet de derbarê Konfransa Amedê, ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Di konferansa Amedê de sê panêl û çend gotar hatin pêşkêşkirin. Di hersê panêl de gelek kesayetiyên siyasî û akademisyen û serokhizib beşdar bûn. Mijara me jî bi navê (Projeya Herêma Kurdistanê û dûrkirina metirsiyan) bû. Di wê panêlê de, behsa Herêma Kurdistanê hat kirin, ku xwedî proje ye di warên aştî, avadankirin, jiyana hevbeş û çareserkirina hemû pirsgirêkan çi li hundir û çi jî li derve û bi cîranan re.”

Dr. Salar wiha got: “Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi têgihiştinek nû ji bûyerên ku li navçeyê hene û pêwîstiya me bi yekrêziya zêdetir di navbera me de heye û divê em xwe ji hemû guhertinên ku li navçeyê diqewimin, amade bikin.”
Herwiha Dr. Salar Osman di konfransa Amedê de tekez kir ku PDK û bi taybetî jî cenabê Serok Barzanî dixwest di pirsa Referandumê de çareseriyeke bingehîn ji vê pirsê re bibîne, lê mixabin cîhan û Iraqê nikarîn maf û azadiyan wek çareserî bibînin, ji ber ku hem maf û azadî bû, hem jî çareserî bû.”

Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Salar Osman wiha got: “Piştî referandumê hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Serok Barzanî, dema ku Serokê Herêma Kurdistanê bû, karîn rewşê aram bikin û têkoşîn û rêveberiya xwe berdewam bikin, ku ev rewatiya han jî ji dengê xelkê Kurdistanê hatiye. Niha jî em di karwanê aştî û çareseriyê de ne û em rijd in li ser wê helwêsta niştimanî ya ku rêbazê Barzanî em hîn kirine.”
Dr. Salar Osman wiha got: “Di konferansê de behsa hilbijartinan jî hat kirin. Me got ku PDK hertim alîgirê hilbijartin, hilbijartinên paqij û azad e, ku gel biryarder be û li dijî hemû destwerdanan e.”

Dr. Salar Osman her wiha bi bîr xist ku di bihara sala 1991ê de Serok Barzanî yekem nerîna hilbijartinan û demokrasiyê pêşkêş kir ji bo ku welat bi awayekî yasayî ava bike û bi sazî bike û PDK ev dîroka xweş aniye û bi rihekî demokratîk û ne bi nerîna gelên din berdewam dike.”

Herwiha got: “Xelkê Bakurê Kurdistanê û endamên konferansê ku beşdarî gotûbêjan bûn, gelekî dixwestin nas bikin ku li Herêma Kurdistanê çi diqewime, ji ber ku Herêma Kurdistanê hêzê didin parçeyên din ên Kurdistanê.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir

TUESDAY, 04 FEBRUARY 2025 20:02:27

Hewlêr-KDP.info: Îro 4.02.2025, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî(UNAMI),li Iraqê kir.

Mesrûr Barzanî: Em pêşwaziyê li dengdana îro ya yasaya budceyê dikin

MONDAY, 03 FEBRUARY 2025 10:02:23

 Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X”ê de belav kiriye û dibêje, “Em pêşwaziyê li dengdana îro ya Parlamentoyê ya li ser nûjenkirina yasaya budceya Federal dikin.” 

 
Kovara Forbesê pesnê rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê dike

SATURDAY, 01 FEBRUARY 2025 11:02:40

Hewlêr-KDP.info-Kovara Forbesê ya Amerîkî raportek derbarê rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî di aramiya navçeyê û şerê li dijî terorê de belav kir. Her wiha pesnê rol û bandora Serok Barzanî di yekxistina helwesta Kurd û çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê dike.

 
Nêçîrvan Barzanî û Macron tekezî li parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê kir

FRIDAY, 31 JANUARY 2025 12:01:22

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û   Emmanuel Macron Serokkomarê Fransayê şeva borî bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî û li ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

 
Serok Barzanî bo şanda Wezareta Derve ya Almanya behsa êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir

THURSDAY, 23 JANUARY 2025 15:01:26

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanya kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact