Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 OCT 2024 08:12 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Fransa li Hewlêrê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dike û radigehîne, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî pakij û azad û bê desttêwerdan û dîzaynên pêşwext bi rê ve biçin û helwesta PDKê jî ji ber wê yekê bû ku pilana şkandina îradeya xelkê Kurdistanê ser negire”.

Serok Mesûd Barzanî Duşema 01ê Nîsana 2024ê li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Di wê hevdîtinê de her du aliyan ronahî berda ser mijara hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê û helwest û têbîniyên PDKê li ser hilbijartinan. Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê zêdebarî amajedana bi giringiya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragehand ku, welatê wî bi wê yekê re ye ku Herêma Kurdistanê bihêz û seqamgir be û alozî û nîgeraniyên navbera aliyên wê yên siyasî bên çarekirin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê herwesa amadehiya welatê xwe jî ji bo alîkaîkirina aliyên Herêma Kurdistanê pêxemetî nehêlana qeyranên siyasî û çarekirina arêşeyan bi Hikûmeta Îraq re nîşan da.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî pesna rolê Fransayê kir ku piştevana doza gelê Kurdistanê bûye û peywendiya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê wekî peywendiyeka dîrokî û bêhempa wesifand.

Serok Barzanî tekez jî kir ku PDK damezrînera rewatî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû, ev du sal bûn PDKê hemî bizav kirin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin lê rê li kirina hilbijartinan hat girtin, û bi awayekê eşkere pena ji bo destê derve û Dadgeha Federalî hat birin ku arêşe ji bo hilbijartinên pakij û zelal bên çêkirin.

Serok Barzanî herwiha got, “Bêparkirina pêkhatên neteweyî û olî ji hilbijartinan, bêparkirina bi sedan hezar dengderan ji dengdanê, bêparkirina Helebceyê ji hejmara rastîn a kursiyan û sepandina pilanên nedurist di hilbijartinan de wesa dikin ku hilbijartin nûnerîtiya dengên rastîn ên xelkê Kurdistanê nekin”.

Serok Barzanî eşkere jî kir, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî pakij û azad û bê desttêwerdan û dîzaynên pêşwext bi rê ve biçin û helwesta PDKê jî ji ber wê yekê bû ku pilana şkandina îradeya xelkê Kurdistanê ser negire”.

Serok Barzanî di pareka dî ya wê civînê de pêdivî zanî ku hemî kêmûkasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û qanûnî bên çarekirin û îrade û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê li dûrî pilan û encamên pêşwext ser bigire. Daxwaz jî kir ku Civaka Navdewletî ji bo çavdêrî û gerentîkirina hilbijartinan bi awayekî azad û rastîn, ku di xizmeta rewatî û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê de be, alîkar be.

 

 

 

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Emê proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge biser bixin

THURSDAY, 17 OCTOBER 2024 14:10:10

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî ya li Zaxoyê de got: “Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”

 
Mesrûr Barzanî: Rêya Berdereş – Xebat dê bandorê li ser tevgera bazirganiyê li navçeyê bike

THURSDAY, 17 OCTOBER 2024 13:10:45

Berdereş-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Berdereş – Xebatê danî, ku dê zêdetirî 80 milyar dînaran ve bê cîhbicîhkirin. Mesrûr Barzanî li wir got, rêya dûalî ya Berdereş – Xebat dê bandorê li ser tevgera bazirganiyê li navçeyê bike.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê civiyan

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2024 19:10:06

Enqere-KDP.info- Îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2024 19:10:07

Enqere-KDP.info- Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tirkiyê, îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiyan.

 
Bangeşe çawa derbas bû, dengdan dê çawa be?

TUESDAY, 15 OCTOBER 2024 22:10:05

Dr. Salar Osman

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact