Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 06:58 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encamên hilbijartinên Tirkiyê hatin belavkirin
| KDP.info


Tirkiye-KDP.info- Li Tirkiyê ji sedî 99.99 ê dengan hatine hejmartin û li gor encamên destpêkê, CHP 35, AK Partî 24 û DEM Partî 10 şaredariyên mezin û yên bajaran bidest xistine.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener got: “34 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên şaredarî yên 31ê Adara 2024 bûne. Bi 207,848 sindoqan, 61 milyon, 441 hezar 882 dengderên tomarkirî hilbijartin hatiye encamdan.”

Diyar kir jî: “Di şaredariyên bajarên mezin de, bi rêjeya %99.99 sindoq hatine vekirin. rêjeya beşdarî bo şaredariya mezin %78.11 e. ji bo şaredariyên bajaran %99.95 sindoq hatine vekirin û rêjeya beşdariyê %78.7 e.”

Ahmet Yener got: “Li gor encamên nefermî, CHP 35, AK Partî 24, DEM Partî 10, MHP 8, Yenîden Refah 1 û Îyî Partî 1 şaredarî bidest xistine. CHP 14 şaredariyên bajarên mezin, AK Partî 12, DEM Partî 3 û Yenîden Refah 1 şaredariyên mezin bidest xistine.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact