Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawî ya Zekiya Mistefa Barzanî, Siyasetmedar û Serokê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir peyameke sersaxiyê ji Serok Barzanî re şand.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Rêzdar Serokê Kurdistanê, cenabê Mesûd Barzanî
Li gel rêz û silavên dilînî. Hêvîdar im her tim serfiraz û serketî bin.
Min bihîst ku xwişka we ya hêja Zekiya Mistefa Berzanî wefat kiriye û çûye ser dilovaniya xwe.
Ez gelek xemgîn im û her wiha xemgîniya malbata cenabê Barzanî ji dil ve parve dikim.
Ruhşad bî. Xwedayê mezin bi rehma xwe şa bike. Serê malbatê û hezkiriyan sax be.Xwedayê mezin alîkarê we be.
24/02/2024
Latif Epozdemir
Siyasetmedar. (Serokê Berê yê Partiya Maf û Azadiyan/ HAK-PAR)”