Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 04:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê wek hercar faktora asayîş û seqamgîriyê dibe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir û hin mijar hatin gotûbêj kirin.

Îro Çarşema 07.02.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler û şandeya li gel kir. Di civînê de gotûbêj derbarê rewşa giştî ya Iraq û pêşxistina peyvendiyên dualî hate kirin û behsa giringiya berdewambûna hemahengî û hevkariya hevbeş ji bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê hate kirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê serxweşî û hevxemiya xwe ji bo can ji destdanên qurbaniya êrîşa Hewlêrê ragehand û diyar kir ku ew êrîş ti bahaneyekî wê tine.

Serokê Hikûmetê jî daxwazên Herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistina peywendiyên dualî li ser bingehê cîrantiya baş û berjewendiya hevbeş teqez kir.

Herwaha Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘’Herêma Kurdistanê wek hercar faktora asayîş û seqamgîriyê dibe û rê nade bibe hêvinê metirsî û gefxwarinê bo cîranan.’’

Behsa giringiya cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê û asayî kirina rewşa deverê û vegerandina koçberan bo cîhên xwe jî mijarên din ên vê hevdîtin û gotûbêjê bûn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact