Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 03:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Koreya Başûr û Serokê KOICA kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 06.02.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêzan Seungcheol Lim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê û Ko Hye-Seok Serokê KOICA kir.

Di hevdîtinê da behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê û kar û çalakiyên KOICA li Herêma Kurdistanê hate kirin ku, eve çendîn salin alîkariya Herêma Kurdistanê dike û çendîn projeyên xizmetguzariyê li navçeyên cuda cuda li Herêma Kurdistanê encam daye.

Serok Nêçîrvan Barzanî peywendî û dostaniya Koreya Başûr ligel Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi taybetî amaje bi wan kar û çalakiyan kir ku yên KOICA di warên curbicur da ji bo alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê pêkanîne, herwisa kar û xizmetên Tîma Leşkerî ya Zeytûnê ya Koreya Başûr bi bîr xist ku 20 sal berê hatine Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera her du welatan de bihêztir kirin.

Peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî mijarên din yên hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact