Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 06:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Brîtanyayê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê di civînekê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Sibatê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Goldman kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşdebirina peywendiyên dualî nîşan da.

Konsulê Giştî yê Brîtanya spasiya hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê tekez kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û giringiya dabînkirin û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact