Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 04:34 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Peywendiyên navdewletî yên Kurdistanê pêşketineke mezin dîtine
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî gelekî bipêş ketine.”

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de peywendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî gelek pêş ketine. Hejmara konsulxane û nûnerên dîplomatîk li Herêma Kurdistanê zêde dibe û em plan dikin ku di paşerojê de hejmara nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveyî welat zêde bikin û li çendîn welatên dost û girîng ên ku konsulxaneyên wan li Kurdistanê hene, nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin, ji bo pêşxistina peywendiyên dostanî û aborî, çandî, zanistî û akademîk.

Di warê navdewletî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên gelek baş avêtine, çi di warê şandina şandên bilind ên Herêma Kurdistanê û çi jî di warê beşdarbûna di konferansên navdewletî de.

Herêma Kurdistanê weke qewareyeke destûrî û yasayî li Iraqê, hertim faktora ewlekarî û aramiya Iraq û navçeyê bûye û xwazyar e baştirîn peywendiyên wê li gel welatên cîran û civaka navdewletî bi giştî hebe. Armanca me ew e ku em têkiliyên xwe yên derve û navneteweyî li ser bingeha berjewendî û rêzgirtina dualî pêş bixin û xurt bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku hevpareke girîng û aktîv a civaka navdewletî ye û di gelek waran de cihê balkêşiya cîhanê ye, bi taybetî ku Herêma me herêmeke aram û navenda pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda ye.

Herêma Kurdistanê ti carî nebûye metirsî li ser ti kesî û me hertim destê dostaniyê dirêjî hemû welatên herêmê û civaka navdewletî bi giştî kiriye. Ji ber wê jî divê berjewendiyên hevpar ên me yên li gel welatên herêmê û cîhanê li ber çavan bên girtin û parastî bin û rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bê girtin û neyê binpêkirin.

Em spasiya hemû welatan dikin ku piştî girtina biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî, avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoyê û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di qonaxên cuda û dijwar de û alîkariya Herêma Kurdistanê kirine, bi taybet jî di têkşikandina terorîstên DAIŞê de.

Herêma Kurdistanê şanaziyê bi peywendiyên xwe yên li gel dostên xwe yên navdewletî dike û pabendbûna xwe bi pêşxistina pirensîpên demokrasî, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda de, serweriya yasa û hemû nirxên me yên hevbeş ligel welatên demokrat û pêşketî tekez dike.

Diyasporayeke me ya xurt û mezin a kurdî li derve heye, ku li welatên ku lê dijîn û li hinek ji van welatan, di warê siyasî, parlemanî, zanistî û akademîk de, xwedî cihekî girîng û rêzdar in û kesên behremend, danêner û zana di nava wan de hene. Em şanaziyê bi destkeftên Kurdên diyaspora dikin û hêvîdar in ku ew bibin nimûneyeke xweş û geş ji bo civaka me li derve û rola xwe ya girîng di nasandina çanda Kurdî û parastina mafên gelê Kurd de bilîzin.

Pêwîst e nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derve û Kurdên diyaspora di navbera wan de hemahengî, hevkarî û peywendiyên baş hebin. Hemû asankariyên pêwîst ji wan re dabîn bikin û her du alî ji hev sûd werbigirin ji bo zêdetir pêşdebirina doz û pirsa gelê me û danîn û pêşxistina peywendiyên siyasî, aborî û bazirganî bi welatên derve re ku xizmeta berjewendiyên bilind ên Kurdistanê dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema derbasbûyî de rûbirûyê çendîn kirîzên siyasî, ewlehî, aborî û darayî bûye û dijminan jî hewl dane ku pirsgirêk û astengiyan ji bo pêşketin, geşbûn û aramiya Kurdistanê çêbikin. Lê bi piştevaniya Xweda û berxwedana gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên me yên qehreman, em ê hemû astengan derbas bikin, ji ber ku îradeya gelê me ji her komployekê bihêztir e. Lewma di bin ti zextan de em dest ji mafên xwe bernadin

Di dawiyê de ez hêviya serkeftinê ji konferansa we re dixwazim û xwazyar im encamên baş bidest bixin ku bibe sedema pêşxistina zêdetir a pêwendiyên me yên navdewletî.

Her şad û serketî bin û Kurdistan her avedan be.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact