Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 3 JAN 2025 06:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Grûpên Iraqê berdewam bin li ser êrîşên li ser Amerîka, dê Iraq rastî şerekî mezin bibe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê berê yê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad behsa êrîşên bi dironan li dijî Amerîka li Iraqê dike û di wê baweriyê de ye ku nabe xaka Iraqê ji bo yekalîkirina şerê li navçeyê were bikaranîn, ku ev yek dê bibe sedema şerê navxweyî li Iraqê.


Dr. Beşîr Hedad ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê re got: "Tişta ku li Iraqê diqewime şerê dewletan e li nav xaka Iraqê. Nabe Iraq bibe ajanê vî şerî. Ew dewlet demeke dirêj e ku şerê hev dikin û niha xaka Iraqê bikar tînin. Ji ber vê yekê jî, piştî şerê Xezzayê curek ji nearamiyê heye. Li navçeyê bi taybet li Iraqê şerên dironan heye û ev şer ti pêwendiya wê bi Iraqê re nîne û nabe qada Iraqê ji bo çareserkirina vî şerî were bikaranîn. Tiştê metirsîdar ew e ku grûpên curbicur dixwazin armanca vî şerî biguherînin ji bo Herêma Kurdistanê û ew kom ketine nav şerekî bi wekalet û Iraq ber bi xirabiyê ve diçe. Ev kom dixwazin Amerîka ji Iraqê derkeve, lê eşkere ye ku vekişîna Amerîka zehmet e, lewra eger ev yek bidome dê encam bibe, dê Iraq bikeve nav şerekî bixwîn de.”

Hedad wiha jî got: "Mijara vekişîna Amerîkayê ji Iraqê ti pêwendiya xwe bi parlamentoyê re tine, nexwe di sala 2019an de, Parlamentoyê biryar da ku hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, lê ev yek pêk nehat, lewma niha ev îmzeyên wan kom dikin da ku Amerîka derkeve ji nava Iraqê, bêfeyde ye, ev mijar girêdayî hikûmetê ye ji ber ku hebûna hêzên biyanî li ser xaka Iraqê bi rêkeftina siyasî ya wan hêzan ve girêdayî ye ku berê bi Amerîkayê re hatibû kirin, eger hikûmet biryara vekişandina hêzên biyanî ji Iraqê da, dê rewşa Iraqê bi temamî têk biçe û ji kontrolê derkeve.”

 

 

 

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Hêvîdar im di sala nû de aştî û pêkvejiyan li navçeya me pêk were

TUESDAY, 31 DECEMBER 2024 21:12:03

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya hatina serê sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: “Bi boneya serê sala nû, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan dixwazim.”

 
Mesrûr Barzanî sala nû li xelkê Kurdistanê pîroz kir

TUESDAY, 31 DECEMBER 2024 21:12:57

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 31-12-2024an peyamek bi boneya serê sala nû ya zayînî 2025an belav kir, tê de pîrozbayên xwe pêşkêşî tevahiya welatiyên Herêmê û tevahiya Kurdistaniyan kir û hêviya şadî, xweşguzeraniyê û saleke pir ji aramî xwast.

 
Nêçîrvan Barzanî Sersal pîroz kir

TUESDAY, 31 DECEMBER 2024 21:12:52

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 31.12.2024 bi helkefta hatina sala nû peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemî tex û pêkhateyên wê ve û gelên Îraqê û cîhanê kir û ragehand, “Di sala 2024ê de guhertin û werçerxanên mezin li deverê peyda bûn ku, qebxwaziyên ewlehî û siyasî bandor li ser rewşa hemî deverê kiriye.”

 
Serok Barzanî pîrozbahî li Xirîstiyanên Kurdistanê kir

TUESDAY, 24 DECEMBER 2024 21:12:32

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro 24.12.2024 bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek pêşkêşî Xirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tê de tekezî li ser kûrkirina çanda pêkvejiyanê û biratiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Xirîstiyanan kir

TUESDAY, 24 DECEMBER 2024 21:12:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Mesîh pîrozbahî li Kiristiyanan kir û got: “Hêvîdar im ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bêhnvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewerî û serkeftin be.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact