Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 31.12.2024 bi helkefta hatina sala nû peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemî tex û pêkhateyên wê ve û gelên Îraqê û cîhanê kir û ragehand, “Di sala 2024ê de guhertin û werçerxanên mezin li deverê peyda bûn ku, qebxwaziyên ewlehî û siyasî bandor li ser rewşa hemî deverê kiriye.”