Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Awisturyayê Alexander Schollenberg kir.
Di dicivînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dîrokî û dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Awisturyayê hat gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmet û xelkê Awisturyayê kir ji bo piştgiriya xelkê Kurdistanê di qonaxên cuda de û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Awusturyayê di hemû waran de dûpat kir.
Wezîrê Derve yê Awisturyayê destnîşan kir ku hatina wan a bo Herêma Kurdistanê ji bo tekezîkirina li ser dostaniya wan a ligel xelkê Kurdistanê û ji bo pêşvebirina pêwendiyên dîrokî ye.
Mijareke sereke ya gotûbêjan, li ser kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û girîngiya parastin û dabînkjirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bûye. Herdu aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û pêwîstiya bihêzkirina sîstema federalî li Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya federalîzma li cîhanê û li Ewropa û di nava wan de jî ya Awisturyayê, kirine.
Rûbirûbûna bandorên neyênî yên guherîna keşûhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjan bû.