Hewlêr-KDP.info- Piştî civîna Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya îro Sêşema 7.3.2023 ligel Loyed Austin Wezîrê Berevaniya Amerîkayê derbarê naveroka civînê, kongreyeke rojnamevanî hat lidarxistin, ev jî tekesta wê kongreyê ye:
Serok Nêçîrvan Barzanî wiha got:
“Roj baş
Pir kêfxweş im ku îro li vir bixêrhatina Lloyd Austin, Wezîrê Berevaniya Amerîka û dostekî kevnar ê gelê Kurd û Iraqê dikim. Bêguman serdana wî peyameke girîng û zelal a piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Me hevdîtinek baş kir. Me behsa pêwendiyên dualî yên li ser bingeha Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê de kir û me tekezî kir li ser berdewamiya hevkariya hevbeş û piştevaniya Amerîka û Hevpeymanên Navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina terorê. Herwiha me behsa girîngiya hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê kir
Me tekezî kir li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka û welatên dost di proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêzên Pêşmerge. Me ew piştrast kirin ku em rijd in li ser birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û derbaskirina astengiyên li pêşiya wan in. Ji bo yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî emê berdewam bin li ser hewlên xwe.
Em hevnerîn bûn ku çareseriya pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê dê aramiya siyasî, ewlehî û aboreke baş ji Iraqê re bîne. Em hevnerîn bûn li ser giringiya piştevaniya Hikûmeta Iraqa Federal û karkirina bi hevre ji bo parastina aramiyê li navçeyê. Herwiha me tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem dê bibe faktora aştî û aramiyê
Birêz wezîr,
Dubare hûn gelekî gelekî bixêr hatine Hewlêrê, em spasiya we dikin bo rola we ya taybet di alîkariya Pêşmerge de. Em spasiya Amerîka dikin ji bo piştevaniya berdewam bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Em û Amerîka berjewendî û nirxên hevpar me kom dikin. Em dikarin bi hev re aştî û aramiya Iraqê û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzin
Gelek spas ji bo hatina we, roja we xweş be..
Birêz Lloyd Austin Wezîrê Berevaniya Amerîkayê jî wiha axivî:
Birêz Serok,
Ez îro bi dîtina te gelekî kêfxweş bûm. Hestekî xweş li cem min heye ji ber ku ez îro li Hewlêrê me. Me bi dehên salan di hin demên pir dijwar de mil bi mil xebat kiriye. Ji dema (Operasyona Aştiyê) heya şerê me yê niha û hevpar li dijî DAIŞê ku bi awayekî berdewam me kar kiriye.
Amerîka û Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de ji bo vegerandina serweriya Iraqê gavên mezin avêtine. Me zêdetirî 50,000 kîlometr çargoşe ax ji destê DAIŞ azad kiriye û me zêdetirî 4,5 milyon Iraqî rizgar kirine.
Ji ber wê jî pêwîst e pesnê rol û alîkariyên hêja û tije nirix bikim, ku bi taybetî ji aliyê Pêşmerge ve wek beşek ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve, di vî şerî de hatine pêşkeşkirin.
Divê ez tekeziyê li ser wê yekê bikim ku hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê amade ne ku li Iraqê bimînin ji bo ku piştgiriya şerê Iraqê li dijî DAIŞê bikin. Em kêfxweş in ku me karî piştevaniya hêzên we bikin û bergiriyê li gelê Iraqê bikin
Herwiha dixwazim piştevaniya xwe rabighînim ji bo “rêkeftina jihevtêgehiştinê” ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê sala borî ligel Wezareta Pêşmerge ya we îmze kiribû. Ew rêkeftin amadebûna me nîşan dide ji bo berdewamiya pêşkêşkirina alîkariya ewlehiyê ji hêzên we re û herwiha alîkariya we di warê çaksaziyan de.
DAIŞ berdewam gefan li can û jiyana xelkê Iraqê dike, ji ber wê jî berdewamiya hevbeşî û hevkariyên me gelekî giring e û hemahengiya hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li gel hêzên ewlehiyê yên Iraqê, bi taybetî di lîwayên hevbeş de pêwîst e.
Lê mixabin DAIŞ ne tenê metirsiya ser Herêma Kurdistanê ye. Amerîka berdewamiya êrîşên Îranê şermezar dike. Ev êrîş serweriya Iraqê binpê dikin, jiyana Iraqiyan dixe metirsiyê û nahêle gelê Iraqê pêş bikeve.
Amerîka dê berdewam be li ser piştgiriya gelê Iraqê. Ji bo Iraq bigihê hemû hêviyên xwe, divê Hewlêr û Bexda ji bo berjewendiya hemû Iraqiyan bi hevre kar bikin. Divê serkirdeyên kurd jî nakokî û cudahiyên xwe bidin aliyekî û ji bo misogerkirina Herêma Kurdistana Iraqê ya geş û aram bibin yek.
Birêz Serok,
Spas ji bo mêvanperweriya we û ji bo tîma we. .
Spas ji bo wê gotûbêja pir baş a ku me kir û em li bendê ne ku hevbeşiya me bêtir xurt bibe..”