Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 06:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî taceke gulan li ser monomênta şehîdên 1ê Sibatê danî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro çarşemê 01.02.2023an li bajarê Hewlêrê di merasîma yadkirina şehîdên 1ê Sibatê de taceke gulan li ser monomênta şehîdên 1ê Sibatê danî.

Îro Çarşema 1ê Sibata 2023an, 19 sal di ser teqînên 1ê Sibata 2004an re derbas dibe û bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma salvegera wê karesatê birêve çû. Di merasîmê de Mesrûr Barzanî taceke gulan wek rêz û dilsozî li ser monomêntê şehîdên 1ê Şibatê danî.

19 sal bi ser teqîna 1ê Sibata 2004ê li Hewlêrê re derbas bûn, dema ku 2 xwekujan xwe li baregehên liqa duyem a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û baregeha sêyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) teqandin di encamê de 103 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact