Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 11 JAN 2025 07:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Kurdistan û Qeter: Em dixwazin pêwendiyên xwe bihêztir bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 13.9.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeterê li Iraqê Xalid Bin Hemed El-Silêtî kir.

Di civînê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Qeterê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî, hewlên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê di pêşerojê de, derfetên veberhênana Qeterê li Herêma Kurdistanê û amadekariyên Qeterê ji bo Kûpaya Cîhanî ya 2022, hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekez kirin li ser daxwaza Qeter û Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û hevkariya hevbeş di navbera xwe de û peydakirina şert û mercên guncaw ji bo sermayeguzariya Qeterê di sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, û herwiha behsa giringiya geştên asmanî yên rasterast ji qeterê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Herdu aliyan herwiha li ser giringiya seqamgîrî û aramiya siyasî li Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî û Konsulê Îranê li ser guhertinên li navçeyê axivîn

THURSDAY, 09 JANUARY 2025 22:01:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê pîroz kir, herwesa tekezê li ser giringiya peywendiyên navbera Tehran û Hewlêrê kir.

 
Konsulê Filistînê spasiya Serok Barzanî dike

THURSDAY, 09 JANUARY 2025 22:01:18

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 09.01.2025 Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.

 
Pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Îtalya hatin gotûbêjkirin

THURSDAY, 09 JANUARY 2025 18:01:27

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêcşema 09.01.2025 pêşwazî li Cîgira Balyozê Îtalyayê li Iraqê Chiara Franchini kir.

 
Davutoglu: Serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê di demeke guncayî de bû

THURSDAY, 09 JANUARY 2025 17:01:28

Enqere-KDP.info- Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ragihand, serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê di demeke guncayî de bû û got, divê diyalog ligel birayên Kurd li Iraq û Sûriyeyê berdewam be.

 
Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir

WEDNESDAY, 08 JANUARY 2025 18:01:12

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 8.1.2025 pêşwazî şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact