Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 13 OCT 2024 00:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo Nûnerê Putîn: Ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê em nîgeran in
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxayîl Bogandov kir û di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyê jî hat axaftin û Serok Barzanî nîgeranî û nerînên xwe li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê gihand şanda mêvan.

Serok Barzanî îro Çarşema 1.12.2021 li Selahedîn pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxayîl Boganov û şanda pê re kir.

Di civînê de Bogdanov silav serokê Rûsya Vlademîr Putîn û wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov gihand Serok Barzanî û têkestî li girîng û qîmeta pêgeha gelê Kurdistanê û rola Herêma Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn kir û ev jî got ku li ba Rûsya, Herêma Kurdistanê xwedan roleka mezin e li IrAQ û faktora aramiyê ye.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên giştî yên Iraqê jî hat kirin.

Di beşeka din ya civînê de behsa gefên terorê hat kirin û herdu alî li ser vê yekê hevnerîn bûn ku divê sebebên derketina terorê bên nehiştin.

Rewşa Sûriyê jî di civînê de hat axaftin. Serok Barzanî nîgeranî û nerînên xwe li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê gihand şanda mêvan.

Di dawiyê de cîgirê wezîrê derve yê Rûsya behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Rûsya kir û rola dîrokî ya malbata Barzanî di pêşxistina wan pêwendiyan de bilind nirxand û daxwaz kir pêwendiyên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re zêdetir pêş bikevin.

 




Nûçeyên din

PDK ne partiyeke ku were şikandin

SATURDAY, 12 OCTOBER 2024 12:10:27

Amîna Zikrî

 
Mesrûr Barzanî: Em astê xwendinê ber bi pêşve dibin û bi hemû şiyanên liber dest alîkar in

SATURDAY, 12 OCTOBER 2024 11:10:57

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Em astê xwandinê ber bi pêş ve dibin û hikûmet bi hemî şiyanên li ber dest alîkar dibe.” Herwesa got, “Spas ji mamostayan re ku di dema qeyranan de nehêla piroseya xwandinê leng bibe.”

 
Ji dîrokê fêr bibin ku PDK nayê şikandin

WEDNESDAY, 09 OCTOBER 2024 22:10:12

Reşîd Mela Elî Kolekî

 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya Sipîlik-Xelîfan vekir

WEDNESDAY, 09 OCTOBER 2024 20:10:38

Xelîfan-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Avedankirin û Niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm îro 9ê Cotmehê projeya rêya Sipîlik- Xelîfan li Îdariya Serbixwe ya Soranê vekir.

 
Mesrûr Barzanî Otela (Radîson Blu) ya li ser Çiyayê Korek vekir

WEDNESDAY, 09 OCTOBER 2024 20:10:14

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hotela Radison Blue li ser çiyayê Korek li sinorê Îdareya serbixwe ya Soranê vekir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact