Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî serdana dezgeha medyaya Kurdsat kir

Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê serdana dezgeha medyaya Kurdsat kir û hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir jê re xwest.

Îro danê êvarî, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê serdana dezgeha medyaya Kurdsat kir û ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed, Berpirsa Giştî yaw ê dezgehê û rêveber û karmendên wê ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya serdana xwe bo Silêmaniyê de û bi mebesta ji nêzîk naskirina awayê kar ê dezgeha medyaya Kurdsatê, serdana beşên wê yên cuda kir û matmayî ma bi wê dezgehê ji hemû aliyan ve.

Di daxuyaniyekê bo wê dezgehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ji zû de wî dixwest ji nêzîk ve serdana vê dezgehê bike û tekez kir ku Kurdsat televîzyoneke resen e û kariye bibe cihê baweriya temaşevanan û cihê xwe di dilê xelkê de çêbike.Herwiha hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir jê re xwest.