Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

Şanda mêvan pêk hatibû ji Seroka Komela Dostaniya Kurd û Alman li Berlînê xanim Ziyan Şêx Selman, Serokê Navenda Diyaspora Kurdî li Berlînê Dr. Dilêr Endamê Komeleya Dostaniyê Seyid Ehmed.

Wan armanca serdanê û nerîn û projeyên xwe yên pêşerojê li Herêma Kurdistanê bi alîkariya dostên Alman û rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê bo ofîsa peywendiyên derve ya PDKê pêşkêş kirin.
Ev rêxistina çalak a "Almanî - Kurdî" bi hemahengî ligel hejmarek sazî û pisporên Almanya û Kurdistanê dixwazin îsal çend çalakî û

pirojeyan li Herêma Kurdistanê encam bidin di warê pirsa jinan, alîkarîkirina penaberan, mafên mirovan, maf û azadî, bihevrejiyana di navbera ol û mezheban û civakên li Kurdistanê de, sermayeguzarî û geşepêdana di warên curbicur de bi rêya asankarî û hevahengiya ligel Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê û çendîn sazî û dezgehên hikûmetê û rêxistinên xêrxwazî yên Herêma Kurdistanê.

Di dema borî de Komeleya Dostaniya Kurd û Alman li Berlînê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û saziyên Almanyayê de di gelek waran de encam dane ji bo avakirina pirke bihêz ji pêwendiyan ku niha mezintirîn diyaspora Kurdî li Almanya ye, û wan hewl daye ku ji pêşkeftin û pisporiya saziyên Almaniya di warên geşepêdan, demokrasî, aborî, perwerdehiyê de, sûdî werbigirin.