Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi temamî piştgiriya serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Amerîkayê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Em bi temamî piştgiriya wê serdanê dikin û bawer dikin dê berjewendiyên hemû iraqiyan li wir li ber çavan werin girtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew hêvî dikin civînên Sûdanî bi awayekî erênî û serkeftî bin û bibin derfet ji bo bihêzêkirina pêwendiyên herdu welatan.