Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de bangî Bexda kir: Qurbaniyan qerebû bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Em careke din bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku qurbaniyan qerebû bike.”

Îro 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Em îro 36 saliya xemginiya Enfalê û qurbanîdana zêdetirî 182 hezar zarok, mêr û jinên Kurdistanê bi bîr tînin. Ew di yek ji sûc û komkujiyên herî hovane de sala 1988an ji aliyê rejîma wê demê ya Bexdayê ve hatin şehîdkirin û heta demeke dirêj dê encamên wê berdewam bin. Bi vê minasebetê em wan bi rêz bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de anî ziman: “Di demekê de ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ev sûc wekî cenosîd nas kiriye jî lê em dubare daxwazê ji Hikûmeta Federal a Îraqê dikin ku erka xwe ya dadwerî û qerebûkirina qurbaniyan di hemû waran de bi cih bîne. Herwiha em tekezî li ser wê yekê dikin ku di hemû waran de xizmetguzariyên baştir ji malbatên qurbaniyên Enfalê re bê kirin û çi destan were ji bo wan divê were kirin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser lêgerîna hestiyên qurbaiyên Enfalê jî da zanîn: “Em malbatên ezîz ên qurbaniyên Enfalê piştrast dikin ku em dê heta dawiyê lêgerîna cenazeyên şehîdan bidomînin û wan vegerînin hembêza niştiman. Herwiha em tekezî li ser hewlên xwe yên berfireh dikin ji bo nasandina Enfalê wekî cenosîd li ser asta navneteweyî ku careke din sûcekî wiha li ti cihekî cîhanê dubare nebe.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Bi vê minasebetê em tekeziyê li ser hevdengiya hemû partî û pêkhateyên Kurdistanê dikin ku mercê parastin û berdewamiya maf û destkeftan, federalî û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.”