Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qonaxa yekem a projeya rêya trênê li Kurdistanê bi dawî hat

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Avedankirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hekîm Welîd ragihand ku, qonaxa yekem a pirojeya çêkirina rêya trênê bi dawî bûye û niha danûstandin li gel kompaniyên biyanî tê kirin bo cîbicîkirina wê projeyê.

Hakîm Welîd ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand ku, wezareta avadankirinê pêngavên avakirina rêya tirênê avêtine. Di qonaxa yekê de gitêbesta me ligel şirketeke Spanî hebû ku lêkolînê li ser vê projeyê bike û haziriya jê re bike. Niha şirketên biyanî divê werin ava bikin, ku ji hêla teknîkî ve hêsan e, lê hewce dike ku budceyek mezin û bi milyaran dolar jê re divê.”


Hekîm Welîd got ku danûstandin berdewam in û vê dawiyê wezîr û tîmekê serdana Spanyayê kirin ji bo dîtina veberhêner û kompanyayan ji bo destpêkirina pêngava yekem a projeyê, ev yek hîn di qonaxa danûstandinê de ye û her dema ku kompaniyên biyanî hebin dikarin dest bi kar bikin.

Welîd got ku Iraq jî bi nêt e ku xeteke trênê ji Besrayê heta sînorê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêbike, eger herdu xet bên yekkirin, dê pir baş be, ji ber ku ji Zaxo dest pê dike heta Duhok, Hewlêr, Silêmanî û sînor diçe.


Derbarê rêya trênê, Şêwirmendê di warê bazirganî û sermayeguzariya Herêma Kurdistanê de, Elî Îbrahîm ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re got, niha pişta aborî ya welatan otoban û rêya trênê ye.Gelek kelûpel derbasî Kurdistanê dibin û diçin Iraqê, divê ew kelûpel bi rêyeke ewle û ewledar di Herêma Kurdistanê re derbas bibin û herwiha biçin Tirkiyê, piştre derbasî welatên Ewropayê bibin. Pirsa avakirina rêya hesin bo Herêma Kurdistanê dê sûdê ji Herêma Kurdistanê re bike û peywendiyên ligel welatên cîran bihêztir bike.

Îbrahîm got ku ev proje dê berhemên navxwe yên Herêma Kurdistanê zêde bibin û bazareke mezin ji berhemên wê re çêbike, ji ber ku Herêma Kurdistanê selikeke xurekê ye, lê pêwîstî bi rêyekê heye bo xerckirina wan berheman. Ev xeta trênê dê xercî kêm bibin û sektorên çandinî, pîşesazî û tûrîzmê pir bilez mezin bibin.