Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dewletvanekî bi bandor

Amîna Zikrî

Deng, bername, felsefe û dinyadîtina Mesrûr Barzanî; Hêza rizgarkirin û bihêzkirina Kurdistanê û vegerandina mafan e ji bo wan kesên xwe yên ku ji mafên xwe bêpar û paşguhkirî tên naskirin, serokwezîrekî ku ji bo Kurdistaneke bihêz xebatê dike û tevî zehmetî û krîzên ku hatine afirandin û nehatine afirandin, lê bi awayekî hêminî û aramî kariye îdareya rewşeke dijwar birêve dibe. Bi siyaset û şeraketa rastî û zelal di dawiyê de bi ser ket. Xema Kurdistan û xelkê Kurdistanê xema wî bû.
Di dawiyê de pêwîst e hemû hêzên siyasî di vê qonaxê de ji bo parastina vê ezmûnê bi hesta berpirsyariya niştimanî tevbigerin û bibin pişkek bihêz di pêşxistina vê ezmûnê de, da ku em hemû bi hev re di xizmeta welat û hevwelatiyan de bin.
Em ji pêşerojê bawer in, ji ber ku doza miletekî di destê kesekî pêbawer de ye û ku perwerdeya destê cenabê Serok Barzanî ye. Bi piştevaniya Xwedê û xelkê Kurdistanê xizmetê dike û qet dest ji mafên miletê xwe bernade, ku ev mijar hertim li cem wî xeta sor e.
Xwedê bi me hemûyan re be.