Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Heta Kurd û Kurdistan bên înkarkirin Iraq xweşî û aramiyê nabe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Heta Kurd û Kurdistan bên înkarkirin Iraq xweşî û aramiyê nabe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ev jî tekesa wê ye:


“Cejna Newrozê, cejna neteweyî û sersala nû ya Kurdî ye li malbatên serbilindên şehîdan, li her Kurdekî û li hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê li her dera lê bin bi germî pîroz dikim. Ez ji her kesî ra saleke nû ya xweş, saxlem, aram û serkeftî ji bo hemûyan dixwazim.

Îro dema ku em di rewşeke hestiyar ra derbas dibin, ez bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku bi rihê berpirsiyariya niştimanî û li hevtêgihiştinê nakokiyên xwe çareser bikin da ku em bi hev ra bikarin rûbirûyê gef û metirsî û aloziyan bibin, statu ya siyasî, mafê mirov û destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin. Em hemû di heman germiyê da ne û eger em yekhelwest û yekgirtî bûna rewş nedigihişt îro.

Gelê Kurdistanê tu carî dest ji azadî û mafên xwe bernade. Dîrokê îspat kiriye ku hindî înkarkirina Kurd û Kurdistanê bê kirin û mafên wan bêne binpêkirin, Iraq xweş û aram nabe. Bila em hemû li Iraqê ji xeletiyên xwe yên ber fêr bibin. Cîbicîkirina destûr, federalî û rêkeftinên siyasî, destwerdana di şayesteyan da û hewldana ji bo biçûkirina Herêma Kurdistanê û binpêkirina mafên wan yên destûrî, ji bilî ziyanê tu sûdek ji bo Iraqê nabe.

Di vê cejna pîroz da em tekez li ser bawerî û siyaseta xwe ya neguherî dikin ku Herêma Kurdistanê wek her car dê bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê. Têkiliyên baş, dostanî û cîrantiya baş li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevpar daxwaza me ye.
Bi vê minasibetê em pîrozbahiyê li wan gelan jî dikin yên ku Newrozê pîroz dikin.

Spasiya têgihiştin, ruhê berpirsyarî û berxwedana karmend û xelkê Kurdistanê dikim. Em ji nêz ve rewşa jiyana wan dizanin. Çareserkirina vê rewşê karê pêşîneyê me hemûyan li hemû saziyên Herêma Kurdistanê ye. Ez wan piştrast dikim ku ev zehmetî dê derbas bibin û bibin tiştek berê. Bi hêvî em ber bi jiyan û paşerojeke baştir ve dimeşin û Kurdistan hertim dê welatê bihevrejiyan, tolerans û pirdengiyê bimîne.

Newroz û sersala nû li we pîroz be
Her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.03.2024”