Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji (darberûyan) bipirsin!..

Salar Osman

Divê em pir caran pirsan bikin, ji ber ku pirs çi û çawaya hebûn, nirx û çemkan rave dikin. Pirskirin yekî dighîne bersivê, bersiv jî wî dighîne hilberandinê, hilberandinek ku ji nîqaşê re vekirî ye.

- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) çima hat avakirin?

- PDK nûneratiya kê dike?.

- Çima piştî 77 salan hîn jî PDK pêşengiyê dike û di hilbijartinan de herî zêde dengên gelê xwe bidest dixe?

Ev pirsên han, deriyê bersiv û nîqaşan vedike, bi taybetî ji bo kesên ku hêza wan a nîqaşê heye û çav, hiş û şîroveyên wan ji kîn û nefretê kor nabûne.

- PDK ji bo doza Kurd û ji bo Kurdistanê hatiye damezrandin, ji ber wê jî dê her bimîne, ji ber ku Kurd û Kurdistan hene û dijîn û dê her bimînin.

- PDK nûnertiya gel dike, milete, ku hêj doza wî nehatiye çareserkirin, lewma PDK çareser e.

- Ewê herî zêde dengên gelê xwe bi dest dixe, ji ber ku rast e, ji ber ku di dema şer de Pêşmerge ye, di dema aştiyê de destê xêrê ye û di dema desthilatdariyê de jî kesekî rast û dirust û yekrû ye.

Bi van sê pirsên sade û kûr em têdigihin ku PDK xwedî efsûna jiyanê ye, û em disa têdighên ku şopdarên vê rêbazê evîndarê Kurdistanê ne û em dîsa wê rastiyê fêm dikin ku duh (Serok Mistefa Barzanî) û îro (Serok Mesûd Barzanî) ew sembol û bingeha hêja ya rêbertiya gel û dozê ne, ku ne xewnên wan bi temamî bicîh hatine û ne jî doz çareser bûye, lewra karwan berdewam e!.

Ji bo hemû kesên ku xewna lawazkirina PDKê ji wan re bûye girêkeke derûnî, divê ji (darbarûyê) bipirsin: Kûrbûn, zindîbûn, berhemdarî û serbilindî tê çi wateyê?!.