Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 18ê Nîsana 2024ê li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê Dadwer Ebas Ferhan Hesen û Endamê Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Dadwer Amir Mûsa Mihemed kir.
Di wê civînê de herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser wan pêngavan li hev guhertin ên ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê avêtine, ew pêngav jî ku pêdivî ye bên avêtin pêxemetî gerentîkirina hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf û azad in.