Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 2 MAY 2024 16:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

Di merasimê da hejmareke ber bi çav ya mêvanan ji siyasetmedar, akademîsyen û lêkolînerên ji Herêma Kurdistanê, Iraqê û ji derveyê welat deşdar bûn. Serok Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê gotarek pêşkeş kir.

Eve jî naveroka wê gotarê ye:


“Birêzan, berî ku ez dest bi axaftina xwe bikim, ez bi navê Dîdara Silêmaniyê sersala nû li xûşk û birayên me yên Êzdiyan pîroz dikim. Li ser navê we hemûyan em wan pîroz dikin û hêvîdar in sersaleke xweş derbas bikin.

Mêvanên hêja!

Amadebûyên birêz!

Bixêrhatina we ya ji bo bajarê Silêmaniyê dikim, paytexta çandî ya Herêma Kurdistanê. Bi xêr bên bo Dîdara Silêmanî li Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê. Destxweşiyê li birayê xwe yê hêja Dr. Berhem Salih û hemû amadekarên Dîdara Silêmaniyê dikim. Cenabê wî gelek karên baş ji bo Silêmaniyê kirine, yek ji wan jî ev Dîdara salane ya Silêmaniyê û Zanîngeha Amerîkayê ye ku ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye nêrîteke salane. Ez weke nîv Silêmaniyek gelek spasiya wî dikim, Ji bo nîvê din jî spasiya wî dikim, lê ji bo vê nîvê ku bi rengekî taybetî min peywendîdar dike, niha spasiya wî dikim.


Birêzan!

Dîdara Silêmaniyê di rewşeke pir hestiyar a herêmî û cîhanî da tê lidarxistin. Şer û aloziyên dijwar Rojhilata Navîn girtiye û metirsiyeke ciddî li ser aştî û aramiya navçeyê û zêdetir xirabûna rewşê heye.

Ji bona ku, em hem ji encamên metirsîdar û xerapkariyan bi dûr bin, divê diyalog û hevdîtin bêne destpêkirin. Ji bona ku aştî pêk were divê rêkeftinên hevseng bêne kirin. Vê yekê jî erka Civaka Navdewletî di avakirina aştiya herêmî da zêde kiriye.

Piştî ku Hamasê di 7ê cotmeha sala borî da êrîşî Îsraîlê kir û bi dehan sivîl revandin, li Xezzeyê şerekî wêranker û kavilkirineke mezin berdewam dike. Ev karesateke însanî ya mezin e. Ji ber vê yekê divê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo rawestandina şer bê şert û merc û serbest berdana dîlan bê cîbicîkirin. Ji bo çareseriyeke bingehîn em di wê baweriyê da ne ku aştiyeke bi aram çareseriya du dewletî ye. Herêma Kurdistanê piştgiriya avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê dike. Ji bo aştiyeke bi aram tekane rê ev e.


Amadebûyên hêja!..

Herêma Kurdistanê hertim alîgirê diyalog û çareseriya aştiyane bûye. Me mînakên baş yên hevkarî, pêşkeftina aborî û geşepêdana hevpar bi rêya aştiyê bi welatên cîran yên dost re afirandine. Me gelek derfetên hevkariyên hevpar afirandin. Ez piştrastim ku bi projeyên mezin yên pêşerojê, em ê wê pêşkeftinê hîn zêdetir bikin.

Em rê nadin Herêma Kurdistanê ji bo ti welatekî bibe gef û metirsî. Hemû hewldanên me ji bo wê yekê ne ku, em hevkariya aborî di navbera xwe da berfireh bikin.

Li Herêma Kurdistanê proseya demokrasî û avadankirinê ji sala 1991ê were dest pê kiriye, Bi dehan welat ji bo rûxandina rejîma Baas a Iraqê hatin cem hev, ji ber ku ew ji bo gelê xwe, welatên herêmê û cîhanê metirsî bû. Me li kêleka wê rejîmê ezmûneke gelek mezin a demokrasî, avadankirin û aramiyê çêkir.

Paşê me deriyê bazirganiyê û geşbûna aborî bi welatên cîran ra vekir. Me bi welatên cîran ra pirên hevkarî û têkiliyên baş ava kirin. Me karî vê bikin ji ber ku Serokatiya me û gelê me bi demokrasî û aştiyê bawer dikir. Piştî kampanyayên herî mezin yên jênosîda ji Enfalê û kîmyabarana li ser gelê Kurdistanê, baweriya me ew bû ku aştî rêya pêşkeftinê ye, ne şer.


Dema ku ezmûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ser ket, azadîxwazên Iraqê karîn serbikevin. Dema em bi hêz bûn hemû Iraqî bi hêz bûn. Herêma Kurdistanê bû navenda civînên yekgirtin û serkeftina rikeberiya Iraqê li dijî dîktatoriyê.

Ji ber ku projeya me demokrasî û aştî bû, Civaka Navneteweyî piştgirî da me. Di vê vebûn û hevkariya aborî da dostên me yên li herêmê, bi taybetî Tirkiye û Îran, alîkariya me kirin. Ew baweriya me bi demokrasî û aştiyê berdewam e û neguheriye.


Birêzan!

Rêya me ya li navxweya Iraqê jî heman rê ye. Ji bo kûrkirina demokrasiyê li Iraqê û parastina wê ji metirsî û karesatên mîna berê, pêwîstiya me bi berdewamiya diyaloga aştiyane heye.

Nakokî û êrîşkirina ser hevdu her tim rê li ber rêxistinên terorê vedike. Êrîşên El Qaîde û êrîşên mezin ên DAIŞ’ê çênedibûn, eger em di hundirê Iraqê da yekgirtî bûna.

Dîktatorî, desthilatdariya yek pêkhateyê li Iraqê û nebûna azadiya siyasî dîroka Iraqê bi xwînî kir. Bi milyonan Iraqî bûne qurbaniyên bêguneh yên rejîma xerab li Iraqê. Samanê bi dehan salan a Iraqê îsraf bûye. Niha dema guncaw e ku hemû rê li ber bihêzbûna rêxistinên terorîst li Iraqê bêne girtin.

Ji sala 2005ê ve gelên Iraqê li ser destûreke guncaw li hev kirine. Destûra Iraqê bi pejirandina sîstemeke federalî, rêyeke hevbeş a guncaw ji bo hemû netewe û pêkhateyan li Iraqê çêkiriye. Ew hevparî dê Iraqê bihêz bike. Ji bona pêşketina Iraqê pêwîst e sîstema federalî bi temamî û bi kiryar were cîbicîkirin. Nabe nebaweriya yek yan çend partiyan bi federalîzmê sîstema Iraqê têk bide û cîbicîkirina destûrê rawestîne.


Divê hemû netewe û pêkhateyên li Iraqê bi kiryar xwe wek şirîkê rêveberiya Iraqê bibînin. Nabe ti pêkhateyeke Iraqî bê paşguh xistin, ji ber ku ev yek dê rêyeke xirab li Iraqê veke. Ev rê berê li Iraqê gelek caran hatiye ceribandin û ji bo hemû xelkê Iraqê nexweşî bûye.

Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî nêrîneke berfireh û baweriyeke xurt bi Destûra Iraqê heye. Vê visyona wî aramiyeke baş di rêvebirina Iraqê da çêkir. Gelê Iraqê van guhertinan hîs dike. Ew nêrîn û şêwazê rêvebirinê dikare Iraqê gelek pêşde bibe, ev derfeteke gelek başe ji bo Iraqê.


Lê vê hizra Serokwezîr pêdivî bi piştgirî û çarçoveyeke siyasî ya guncawtir heye. Partiyên siyasî yên Iraqê niha berpirsiyarin ku piştgiriya Hikûmeta Federal bikin. Eger destûr û sîstema federalî bi temamî bê cîbicîkirin Iraqê paşerojeke geş heye.

Awayê têkilîkirina bi Herêma Kurdistanê ra ji bo sîstema nû ya siyasî ya Iraqê ceribandina herî mezin e. Iraqeke bihêz girêdayî Herêma Kurdistanê ya bihêz e û Herêma Kurdistanê ya bihêz jî girêdayî Iraqeke federal û bi arame.

Li Iraqê ti pirsgirêk nîne çareser nebe, eger destûr were cîbicîkirin. Destûra Iraqê taybetmendiyên hemû pêkhateyên Iraqê diparêze. Bi cîbicîkirina Destûrê hemû li Iraqê welatiyên derece yek dibin.


Birêzan!

“Kaî Kon Be bakirin” gotineke Silêmanî ya xweş û bi wate ye. Em li Herêma Kurdistanê di rewşeke aloz da ne, çareser eve ku, em “Kaî Kon Be banekin” Werin em li şûna wê yekê em li ser pêşveçûnê li hev bikin. Ger em li hev nekin, aloziyên li herêma agir girtî dê zirareke mezin bide me.

Kurteya axaftina nav dilê xelkê Kurdistanê daxwaza yekîtiya aliyên siyasî ye. Qirkirin û zilma li ser gelê Kurdistanê wisa kiriye ku dîrok yek armanc bixe nav dilê Kurdan: Ew jî yekbûn e, ev jî rêya herî rast e û nîşana hişyariya gelê Kurdistanê ye.

Me ne bi parçebûnê, lê bi demokrasî, avadanî û aramiyê li vê herêmê da, di cîhanê da nav û dengeke baş peyda kiriye. Kesê ku 30 sal berê hatiye Kurdistanê û îro serdana Kurdistanê bike, nas nake. Me piştî Enfal û kîmyabaranan ev avadanî ava kir. Niha bi pîsporiya bêhtir, em dikarin pêşkeftinê baştir û bileztir bikin.


Ev zanîngeh û gelek zanîngehên din niha li Herêma Kurdistanê nifşekî pir jêhatî û di asta bilind da perwerde dikin. Li Kurdistanê nifşek derketiye holê em hemû bi asta wan ya bilind û hişyariya wan dilxweşin. Eger aliyên siyasî bi afirandina jîngeheke guncaw derfetan ji bo vî nifşî biafirînin, Kurdistan dê gelek zêdetir pêş bikeve.

Hin kes ji min dipirsin: Çima ewqas geşbînî? Bi rastî jî geşbîniya min ji xweragirî û cihêrengiya derfetên xelkê Kurdistanê tê. Ez niha jî dibêjim: Me pêşerojeke xerab hebû, lê paşerojeke geş li pêşiya me ye.


Gelê Kurdistanê gelekî yekgirtî ye û divê partiyên siyasî jî wek gelê xwe ji bo berjewendiyên welat li hev bikin. Bi vî awayî em dikarin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan hilbijartinên zelal û adil pêk bînin.

Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelek girîng e li navçeyê, divê em wê biparêzin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî Enfal û kîmyabaranan welatek ava kir û divê em hemû piştevaniyê lê bikin. Pêşmergeyên mêrxas efsaneya DAIŞê têkşikandin û nav û dengek mezin li cîhanê da Kurdistanê. Ev hemû wisa dikin ku em geşbîn bin û zû di nav xwe da li hev bikin. Bi lihevkirinê em dê zêdetir avadaniyê û zêdetir pêşkeftinê bibînin.


Her kes û grûpek li Kurdistanê dikare herî zêde rexne û gazinde li hember desthilatê û desthilatdaran hebe, dikare bi hemû awayên sivîl protesto bike. Lê dawiyê divê em hemû, tevî hemû cudahiyan, tiştekî biparêzîn û bergiriyê jê bikin û di ser hemûya da danîn û me hemûyan bicivîne ba hev, ew jî welat e.

Hêz û partî û serkirdeyên siyasî tên û diçin, lê welat her dimîne. Nabe em Kurdistanê bikin qurbanê hêrs û nerazîbûna ji desthilatdar û siyasetmedaran. Gelê Kurdistanê îspat kiriye ku dikare li hemberî hemû zehmetiyan xweragiriyê bike û dikare hemû kêmasiyan rast bike. Ji ber hindê hemû nexweşî derbas dibin û hemû nakokî çareser dibin û dawiyê ji bo çareseriya wan em hemû bi hev ra li ser maseyekê dicivin ji ber ku Kurdistan ji hemûyan mezintir e û niştiman ji tiştên me bihêztir e.


Birêzan!

Pêşveçûnên cîhanê bi lez û bezin ku ji bo em bigihin wan pêşkeftinan û ji cîhana pêşketî qut nebin, divê em li Iraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêk û nakokiyan derbas bikin. Divê em çavkaniyên xwe yên maddî û mirovî ji bo pêşdebirina zanist, zanîn û teknolojiyê, xurtkirina pergala perwerdeyê û pêşxistina lêkolînên zanistî bi kar bînin.

Pêşveçûnên zanistî û teknolojiyê û ew mifa û derfet, asteng û metirsiyên Jîriya Destkird û Nano teknolojiya û guherîna avûhewayê xwe ra tînin kar û xebatên ciddî û plan û bernameyên domdirêj li ser asta tak û saziyan dixwaze.

Divê em bîr, kiryar û şiyanên xwe ber bi vî aqarî ve bibin û bizanibin ku paşeroj ya wan kesên ku dem, bîr û îmkanên xwe didin zanist û zanînê ne, ne yên ku li dora rabirdûyê dizivirin.

Ez di wê baweriyê da me ku di vê Dîdara Silêmaniyê de emê zanyariyên zêdetir û ezmûnên zêdetir bi dest bixin da ku bi hev ra li hev bikin û bi ser bikevin.

Gelek spas ji bo beşdarbûna we tevan û serkeftî bin.”




Nûçeyên din

Seîd Omer: Em hertim pêşeng bûne bo lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre

WEDNESDAY, 01 MAY 2024 23:05:21

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ENKS gelek hewl dane ku pêwendiyên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê baş bike û tekez kir: “Hertim em pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa hilijartinan kirin

TUESDAY, 30 APRIL 2024 19:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.

 
Parlamenterekî Rûsyayê bo KDP.info: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê me hemûyan

MONDAY, 29 APRIL 2024 18:04:19

Rûsya-KDP.info- Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike, ku Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyeke xweş.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

SUNDAY, 28 APRIL 2024 18:04:56

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya.

 
Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê behsa çareserkirina pirsgirêkan kirin

SUNDAY, 28 APRIL 2024 14:04:36

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact