Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.
Îro Çarşema 17.04.2024ê bi amadebûn û çavdêriya Serok Barzanî, 16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.
Îsal 300 saziyên çap û weşanê li 22 welatan ve û 2 milyon navnîşanên pirtûkan ve beşdar in.
Pêşangeh her roj demjimêr 08:00ê serê sibehê heta 22:00ê şev berdewam dibe, herwaha bi hezaran xwandevan ji derve û navxweyî Kurdistan û Iraqê serdana pêşangehê dikin.
Her sal Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê ji bo 10 rojan tê vekirin û bi sedan saziyên çap û weşanê ji welatên cuda ve beşdariyê dikin.