Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 2 MAY 2024 03:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Serok Barzanî herwiha got: “Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û divê ev ferhenga dewlemend bê parastin.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kêfxweşiyê ji bo wan dixwazim.

Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in. Divê xwişk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin li ser cih û warên xwe û dawî li koçberî û wê êşê were ku ji aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve li ser wan hatiye sepandin.

Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û divê ev ferhenga dewlemend bê parastin.

Hêvîdar im hemû cejn û helkeftên we bi aştî û dilxweşî derbas bibin. Bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî

16ê Nîsana 2024”




Nûçeyên din

Seîd Omer: Em hertim pêşeng bûne bo lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre

WEDNESDAY, 01 MAY 2024 23:05:21

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ENKS gelek hewl dane ku pêwendiyên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê baş bike û tekez kir: “Hertim em pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa hilijartinan kirin

TUESDAY, 30 APRIL 2024 19:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.

 
Parlamenterekî Rûsyayê bo KDP.info: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê me hemûyan

MONDAY, 29 APRIL 2024 18:04:19

Rûsya-KDP.info- Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike, ku Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyeke xweş.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

SUNDAY, 28 APRIL 2024 18:04:56

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya.

 
Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê behsa çareserkirina pirsgirêkan kirin

SUNDAY, 28 APRIL 2024 14:04:36

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact