Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên me yên Êzdî û hevwelatiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim.
Ez bi germî sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên me yên Êzdî û hevwelatiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ji we hemûyan re cejneke aram û tena û saleke tijî bextewarî û serkeftin dixwazim. Bi vê minasebetê careke din em hemû welatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku piştevaniya me û saziyên Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên wan ên rewa û herwiha karê ofîsa me ya ji bo rizgarkirina revandiyên Êzîdiyan dê heta dawiyê berdewam bin. Sersala we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê