Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 2 MAY 2024 12:21 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dr. Ebdulbasit Seyda: Rola Serok Barzanî ji bo Kurdan roleke dîrokî ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd Dr.Ebdulbasit Seyda di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin û em di qonaxeke nû de ne. Di warên cografî, leşkerî, gaz û petrolê de, guhertin tên holê. Her kes dixwaze ji vê qadê bêpar nemîne, lê yên ku ji van guhertinan re nehazir in, tenê Kurd in. Navçe tê guhertin û kesên mexdûr xelkên asayî û lawaz in. Xelkê Rojavayê Kurdistanê rastî zilmeke mezin hatine, ku bêtirî milyonek kes koçber û penaber bûne. Rê vekirî be dê xelkê ku mane jî bar bikin.”
Seyda wiha got: “Niha hêzên li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî PKK, gelek zilm û zordarî li xelkê kirine û dest danîne ser hert tiştî. Her kes dibîne ku ew çi dikin. Me digot ku ew bi kêrî siyaset û rêveberiyê nayên, lê wan eşkere ye ku çi anîne serê xelkê Rojavayê Kurdistanê. Hêzên din ên Kurdî jî sûcê wan di vê rewşê de heye. Tişta ku cihê hêvî û ronahiyê ye, Herêma Kurdistanê ye, lê pilan li dijî Herêmê tên danîn, lê Kurdistan nahêle ev pilan biser bikevin. Ji her kesî re diyar e ku ew kesên ku li dijî Herêma Kurdistanê ne, rasterast dijatiya PDK û Barzanî dike, ji ber ku ew stûna Kurdistanê ne. Armanca PDK û Barzanî bidestxistina dewletê ye.”

Dr. Ebdulbasit Seyda wiha got: “Niha Rojavayê Kurdistanê di destê kesna de ye ku rejîma Sûriyê ew bikirê girtiye, Amerîka jî ji xwe re wan bikar tîne. Baş e eger Amerîka ji Sûriyê derkeve tê çi bi wan were. PYD ajanê rejîmê ye û Qendîl bi eşkereyî dibêje: Eger ne ji wan bûya, dê niha rejîma Sûriyê nemabû. Xema wê yekê naxwin ku milyonek Kurd ji Rojava koçber bûne û dê sibê bi rejîmê re danûstandinan bikin. Zarok û ciwanên Kurdan li wir bêxwendin mane. Yên ku dixwînin jî bawenameyên wan nayên naskirin û xwendina wan dersên PKKê ne. Ew ciwan û zarok dê nexwendewar bin. ENKS jî gerek karek ji xelkê re kirba, ku di van salan de tiştek nekir, ku liderve bûn û nikarîn bibin bedîl ji PYDê re. Dikarîn bibin bedîl. Lê niha jî dikarin lixwe vegerin û şaşîtiyên xwe serast bikin.”

Seyda wiha got: “Rêkeftinên navbera PYD û ENKS di bin çavdêriya Serok Barzanî de li Hewlêr û Duhokê siyasî bûn û Serok Barzanî û herdu aliyan jî dizanîn ku ev rêkeftin bi ser nakeve, ji ber ku hemû jî dizanin ku PKK şirîkan qebûl nake. Ji roja ku Ebdulah Ocalan hatiye Sûriyê û heya niha ez PKKê nas dikim. Ne kesî qebûl dikin û ji xwe pê ve wek deselat nabînin. Roja ku PKK dikeve tengasiyê, xwe pir kêm bike, lê ger derfetê bidest dixe li herkesî dide. Çavê hemûyan li ser ENKSê bû, ku xwedî roleke mezin be li Sûriyê. Amerîka jî dizane ku PYD şaxeke ji PKK, û PKK çawa têkeliyên wê bi welatên navçeyê re heye.”
Dr.Ebdulbasit Seyda wiha jî got: “Amerîka dema ku danûstandinan dike, li ser bingeha siyasî dike. Wek mînak niha ligel Herêma Kurdistanê û PDK û Serok Barzanî Amerîka li ser esasê siyasî pêwendî û berjewendiyên hevbeş datîne. Lê PKK ti projeyeke wê ya siyasî tune ye, pêwendiya Amerîka ligel PKKê li ser bingeha istixbaratî û leşkerî ye. Kurd ti sûd û mifayekê ji PKKê nabînin. Herêma Kurdistanê xwedî pêşeroj e, lê Rojavayê Kurdistanê ti pêşerojeke zelal jê re tune ye û roj bi roj rewş li wir xerabtir jî dibe.”

Seyda derbarê rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê jî wiha got: “Rewşa li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên şaredariyan diyar dike ku ew hilbijartin ne bi dilê Kurdan e. Divê ew jî siyaseteke nû ava bikin. Kurd dikaribû di pêvajoya aştiyê de encamên baş bidest xistiba, lê mixabin negihiştin wê yekê.”

Dr.Ebdulbasit Seyda got jî: Îro rola Serok Barzanî ji bo Kurdan roleke dîrokî ye, niha bala cîhanê li ser Serok Barzanî ye û cîhan jî wî wek rêberê gelê Kurd dibîne. Barzaniyê Nemir jî wisa dihat dîtin. Hemû çav li ser Serok Barzanî ne. Serok bi rola xwe ya mezin radibe. Em Kurd xwedî serokekî ne ku xwedî dîrok û xebat û ked e di ber gelê xwe de, ku ji zarokî de Pêşmerge bûye û ketiye nava karê siyasî û niha jî ji bo gelê xwe têkoşînê dike.




Nûçeyên din

Seîd Omer: Em hertim pêşeng bûne bo lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre

WEDNESDAY, 01 MAY 2024 23:05:21

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ENKS gelek hewl dane ku pêwendiyên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê baş bike û tekez kir: “Hertim em pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa hilijartinan kirin

TUESDAY, 30 APRIL 2024 19:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.

 
Parlamenterekî Rûsyayê bo KDP.info: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê me hemûyan

MONDAY, 29 APRIL 2024 18:04:19

Rûsya-KDP.info- Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike, ku Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyeke xweş.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

SUNDAY, 28 APRIL 2024 18:04:56

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya.

 
Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê behsa çareserkirina pirsgirêkan kirin

SUNDAY, 28 APRIL 2024 14:04:36

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact