Hewlêr-KDP.info- Ferîq Sîhad Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê kir.
Kolonel Wolf Alexander Hamp piştî bidawîhatina erkê wî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana hêzên Piştevaniya Yek a Pêşmerge kir û ligel Ferîq Sîhad Barzanî civiya.
Ferîq Sîhad Barzanî rola hêzên Almanya û hevpeymanan di alîkarî û piştevanîkirina hêzên Pêşmerge de bilind nirxand û hêvî xwest ku ew peywendî û alîkarî berdewam bin.
Hamp ji ber kar û xebatên hevbeş spasiya Fermandarê Hêzên Piştevaniya Yek kir.
Sîhad Barzanî hêviya serkeftinê xwest ji bo Lars Persikovsky ku weke fermandarê nû yê hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin