Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berpirsê liqê 23 yê wê partiyê yê Qereçoxê, behsa hewlên piştî cejnê ji bo destpêkirina pêngavên siyasî yên di navbera partiyan û pirsa hilbijartinan de dike û dibêje, mercên PDKê yên ji bo hilbijartinên paqij û dirust diyar in.
Senger Kanebî ji malpera KDP.info re ragihand: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ti carî deriyên guftûgoyan negirtiye. Beriya cejnê navendên cuda yên hizbî û hikûmetê yên Kurdistan û Iraqê serdana Serok Barzanî kiribûn. PDK rijd e li ser wê yekê ku em dest ji proseya demokrasiyê bernadin û PDK ligel hilbijartinan e. Lê belê, PDK ne alîgirê hilbijartinekê ye ku ji berê de hatibe çêkirin û wek qalib hatibe hazirkirin. PDK wê yekê qebûl nake ku di roja hilbijartinê de xelk biçin dengê xwe bidin lê encamên hilbijartinan berê hatibin hazirkirin. PDK ji rakirina kursiyên pêkhateyan nîgeran e.”
Senger Kanebî got ku PDK alîgirê hilbijartinan e, lê hilbijartinek paqij û adil di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de. PDK ligek çareserkirina dengên 400 hezar kesan e ku piraniya wan alîgirên PDK ne. PDK ne amade ye bikeve hilbijartinekê ku encamên wê hazir bin. Li Iraqê kursiyên pêkhateyan heye lê naxwazin li Kurdistanê kursiyên wan hebin, PDK jî vê yekê qebûl nake.”
Kanebî wiha domand: “PDK dibêje em beşdarî hilbijartinan nabin, eger ew karibin ku hilbijartinan bikin bila bikin, lê rastî ev e ku bêyî PDK hikûmet ava nabe û hilbijartin zehmet e. PDK negotiye ku em ê rê li ber hilbijartinê bigirin.”