Hewlêr-KDP.info- Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran ragehand, rijdbûna PDKê ji bo vê qonaxê gelek giring bû, ji ber pêwîstbû hêzek li hember Bexdayê raweste û jê re bibêje kurd li vê Iraqê xwedî maf in û nabe neheqî li hember bê kirin.
Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Dilşad Reşîd ji malpera KDP.info re ragehand: ‘’Rijbûna PDKê ji bo vê qonaxê giring bû, ji ber eger ew rijdbûn neba bi asanî Bexdayê pareyê mûçe nedişand. Hercarê bi bahane û hincetekî radigirt û xelk jî baş têgeheşt ku nabe hemû pêngavekî de fikra particîtiyê ya teng bê kirin. Tişta ku PDKê kir divê
destxweşî lê bê kirin, êdî çima divê em çeperan li hev bigrin.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Yê ku li gel civak û gelê xwe rast be û bi berovajiyan kar neke ew dê serbikeve. PDKê vê qonaxê de karekî baş kir, hem rijdbû li ser