Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 2 MAY 2024 06:46 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Karê bêwestan û niyeta pak
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Çareserkirina pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêngaveke girîng bû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal, ji bo nehiştina nîgeraniyên xelkê Kurdistanê û vegerandina maf ji bo xwedî maf. Bi rastî çareseriya vê pirsgirêkê destkeftek e ji bo tevahiya proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rêyeke ji bo avakirina bawerî û karêhevbeş di navbera herdu aliyan û pêkanîna aramiyê li seranserê Iraqê.
Rêkeftina di navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Iraqa Federal li ser çarekirina mûçeyên fermanberan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, heman ew rêkeftin e ku çend sal berê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqa Federal de hatibû îmzekirin, lê ji ber derxistina astengî û keleman ji aliyê kesên şovînî û bikerib, ew rêkeftin hatibû astengkirin û pêk nehatibû.
Neyarên gelê Kurd dixwestin qût û jiyana gelê Kurd weke çekekê bikar bînin û xelkê aciz bikin û xelkê Kurddistanê bêhêvî bikin û Herêma Kurdistanê qels bikin. Lê ev karê ne di cihê xwe de, jibilî ku binpêkirina prensîb û mafên welatiyan bû, herwiha wateya (Iraq) wek dewlet jî xistibû nava gumanan. Çawa dibe ku welatiyên ku di nava dewletê de dijîn bi mebestên şovenîstî û bi hincetên neheq û nefret bibin arman û hedef û ji bo armancên siyasî bên bikaranîn?.
Çareserkirina kêşeya mûçe û qûtê gelê Kurd hem ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hem jî ji bo Iraqa Federal dibe ku weke serkeftinekê bê dîtin. Ev jî nîşan dide ku rêya diyalog, bêhnvedanê, paşguhkirina deng û awazên têkder û nefretkaran, herwiha bi xebata bi dilnizmî ji bo aramiya welat û mafên gel, baştirîn rê ye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan. Em dikarin bi xîret, îsrar û bêwestan, astengî û jihev tênegihîştina di navbera herdu aliyan de derbas bikin û encamên dilxweş ji bo xelk, aramî û bihevrejiyanê bi dest bixin, di heman demê de xirabkar û dijmin şikestin para wan be.
Bi vê rêkeftinê û bi çareserkirina pirsa mûçeyên fermanberan, peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de derbasî qonaxeke girîng a karkirina hevbeş û çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna qeyranan dibe. Ev jî ji encama hewl û dilsoziya birêz Mesrûr Barzanî û birêz Mihemed Şîa Sûdanî û ew partî û kesayetiyên (çi li nav Kurdistanê û çi li Bexdayê) bû, ku hest bi berpirsyariya xwe kirin û alîkariya herdu aliyan kirin ji bo derbaskirina astengî û bêhêviyan, ku ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo cîbicîkirina hizra dewletdariyê ew rêkeftin bi serî kirin û welat ji kirîzeke mezin rizgar kirin.

 

 

 

 




Nûçeyên din

Seîd Omer: Em hertim pêşeng bûne bo lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre

WEDNESDAY, 01 MAY 2024 23:05:21

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ENKS gelek hewl dane ku pêwendiyên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê baş bike û tekez kir: “Hertim em pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa hilijartinan kirin

TUESDAY, 30 APRIL 2024 19:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.

 
Parlamenterekî Rûsyayê bo KDP.info: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê me hemûyan

MONDAY, 29 APRIL 2024 18:04:19

Rûsya-KDP.info- Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike, ku Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyeke xweş.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

SUNDAY, 28 APRIL 2024 18:04:56

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya.

 
Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê behsa çareserkirina pirsgirêkan kirin

SUNDAY, 28 APRIL 2024 14:04:36

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact