Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 25 NOV 2024 14:26 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeha Hewlêrê ya PDKê tohmetên PÇDK red dike
| KDP.info


Roja pêncşemê hejmarek ji endamên Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK) ya ser bi PKKê ve di hewlekê qirêj de, kombûnek li himber Parlamentoya Kurdistanê encam dan û çend tohmetên bê esas rsatî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin û daxwaza çarenivîsa wan kesan kirin ku di şerê PKKê yê ser xelkê Herêma Kurdistanê de windanbûne.

 

Li himber wan hewlên wan, em dibêjin ku berî her tiştî ew kî ne? Bi çi mafekî rê didin xwe biaxivin û derewan li ser Herêma Kurdistanê bikin? Girupeke ku muhleta wan bo karê siyasî nîne û dûvikê PKK ye ji bo têkdanê û nerastiyan li Başurê Kurdistanê, bi çi mafekî tê û kombûna encam dide? Gerek pirsyar jê bê kirin, hûn kî ne? Hûn bi destê kê çêbûne û hûn çima çêbûne? Hûn û PKKê we çi destkeft bo gelê Kurd bi dest xistine? Ji bilî têkdanê û tevlihevî û nerastiyê û herwiha çêkirna astengî û aloziyan li pêşiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, we çi kiriye? We ji bîr kiriye ku di dest pêka salên 90an de çawa we bi biryara muxaberatên dewletên derdorê de we şerê gelê Kurd li Kurdistanê kir û bi wê sedemê çawa hejmarek mezin şehîd ketin.

 

Ew dibêjin ku nêzîkî 80 Gerîla li sala 1996 li Hewlêrê hatine kuştin, eger ev gotina wan rast be, pirsa me ev e: 80 Gerîla li nav Hewlêrê çi dikirin? Eger ji bo pilanekê nebe, karê wan çekdaran li Hewlêrê çi bû?. Bi dehan salin ku erdê xelkê dagîr kirine, bacê ji xelkê distînin, jin û zarokên xelkê direvînin û bazirganiyê bi muxedîratan dikin, kê maf daye we hûn Herêma Kurdistanê dagîr bikin? Eger hûn rast bin, çima hûn naçin nav cih û warên xwe çalakiyan encam nadin? Ev yek diyar dike ku hûn bi armanc û bo serêşan û rêgirtinê li serkeftina gelê Kurdistanê bi taybet li Başur, hûn hatine erkdar kirin.

 

Ji bîra kesî naçe ku piştî êrîşa Enfalan ya ku li dijî miletê Kurd li Başur, ku li şûna hûn bergiriyê li Başur bikin we koylayetî ji rejîmê re hilbijart û bo wefadariya xwe ji Baas re we çend pêşmergeyên Başur dan destê rejîma Baas, wek Mihemed Hemdî, Idrîs (Ehmed Kadîr), Nîzar Mihemed Xirabî, Seadulla Avdel, Xalid Wermelî û Nizmî Wermelî. Başe kî li xwîna vana bipirse? PÇDK û PKKê bera persiv bidin, çima we ew şoreşger dan dijmin? Gerek kî bê dagah kirin?

 

Başe jin û zarokên gundê Dêzo bi çi gunehî ser destên we şehîd ketin û piştre we ew di nava malên wan de ew şewitandin? Başe hûnê çawa persiva wan xelkên sivîl û guneh bidin ku bi sedema mînên we şehîd û birîndar bûne?

 

Başe hûnê çawa bersiva kadir û endamên xwe li herçar parçên Kurdistanê bidin ku bi destên we tesfîye û hatine kuştin, belê piştî ku zanîn hûn bi dû çi ketine û hûn ji bo berjewendiya Kurdistanê kar nakin.

 

Em di dawiyê de radighînin ku pêwîste ew sextekar sînorê xwe nasbikin, bese şer firoştin bi Partiya Demokrat a Kurdistanê, sebra me jî sînor jêre heye.

 

Niha xelik û cemawerên Kurdistanê bi awayekî gelek baş ji we û hebûn û armancên we fêm kiriye. Hûn tenê bo têkdanê hatine û karê we yê sereke jî ew e, ku rê li serkeftinên gelê kurd bigrin, lê xeyala we qels û lawaze, û gelê kurdistanê gelekî ji wilo bi hêztire, ku bikeve pişt xizmeta neyaran.

 

Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeha Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

17-5-2014




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Îraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve

SUNDAY, 24 NOVEMBER 2024 10:11:10

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Pêdivî ye Îraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve.” Amajeyê jî dide, “Em amade ne rolê xwe li Herêma Kurdistanê bigêrin.”

 
Fuad Husên: Gefên Îsraîl li ser Iraqê gelekî cidî ne

FRIDAY, 22 NOVEMBER 2024 20:11:08

Duhok-KDP.info- Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, nameyek ji hikûmeta Netanyahu gihîştiye Iraqê û tê de dibêje, grûpên çekdar ên Iraqê êrişî Îsraîlê dikin.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

FRIDAY, 22 NOVEMBER 2024 20:11:15

Duhok-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Îna 22.11.2024 li bajarê Duhokê, di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de, pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

 
Davutoglu: Bi dîtina Serok Barzanî kêfxweş bûm

FRIDAY, 22 NOVEMBER 2024 20:11:42

Duhok-KDP.info- Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu tekez kir, “Lihevkirina Saykis-Pîkoyê gelên deverê parve kirine.” Ji bo bidestxistina aştiyê li deverê jî, pêdivî dibîne ku “Berê me li nirxên mirovatiyê be.”

 
Serok Barzanî: Xedir û zulmeke mezin li ber Kurdan ket

FRIDAY, 22 NOVEMBER 2024 19:11:17

Duhok-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê beşdariya Korbenda MEPS kir û li wir got, xedir û zulmeke mezin li ber Kurdan ket..100 salî înkara hebûna neteweya Kurd hat kirin..Kurdan jî 100 salî berxwedan kirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact