Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 21 DEC 2024 17:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdhejê şand
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdheja şeva bihorî belav kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan û xelkê deverên zirarpêketî re xwast.

Serok Barzanî îro Duşemî 13ê Mijdara 2017ê ji ber erdheja ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çê bû, peyamek ji xelkê Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê re belav kir.

Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo xelkê deverên zirarpêketî û kesûkarên qurbaniyên erdhejê tîne ziman û dibêje: “Bi xemeke mezin ve şeva bihorî di encama rûdana erdhejê de li parêzgehên Helebce, Kirmaşan û navçeyên Qesrî Şîrîn û Serpêlî Zehawê bi sedan hevwelatiyan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.”

Serok Barzanî serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên erdhejê li her du parêzgehên Kirmaşan û Helebceyê dike û dibêje: “Bi vê boneya xembar, ez serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkê navçeyên zirarpêketî yên erdheja şeva derbasbûyî dikim û hêviya bilez başûbûnê ji birîndarên vê bûyera dilhejîn re dixwazim. Di vê karesatê de, em xwe bi hevxemê xelkê lêqewimî û zirardîtî yê her du parêzgehên Kirmaşanê û Helebceyê dizanin.”

Şeva bihorî 12ê Mijdarê erdhejek bihêz her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha çend welatên herêmî hejand. Li gorî zanyariyan zêdetirî 400 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 7000 kesan jî birîndar bûne.

 



Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî hikûmet û malbatên qurbaniyên êrîşa Almanyayê kir

SATURDAY, 21 DECEMBER 2024 15:12:31

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21.12.2024 peyamek li hejmara xwe tora civakî “X” derbarê êrîşa li dijî bazareke bajarê Magdeburg ê Almanyayê kir.

 

Mesrûr Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyên Kurdistanê pîroz kir

THURSDAY, 19 DECEMBER 2024 22:12:45

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkeftina cejna Rojiyên Êzî, peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Êzidî dike û dibêje, “Ez hîvîdarm bi xêr û xweşî û tenahî rojên cejnê biborînin.”

 
Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

THURSDAY, 19 DECEMBER 2024 22:12:30

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvî dike ku ew cejn ji bo Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bibe destpêkeke nû ya tenahî û bexteweriyê.

 
Serok Barzanî û Nûnerê Sekreterê NY li Iraqê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

THURSDAY, 19 DECEMBER 2024 21:12:16

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê civiyan, û danûstandinan li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyê kirin.

 
Mesrûr Barzanî û Nûnerê NY li Iraqê: Divê mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî be

THURSDAY, 19 DECEMBER 2024 21:12:30

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Berçile pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û Serokê Şandeyê (UNAMI) Mihemed El-Hessan kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact